Pêşgotin

لە کتێبی:
فەرهەنگێ پیشکێن کوردی
بەرهەمی:
Dr. Îbrahîm Zaxoyî
 27 خولەک  875 بینین

Min di vê pertokê da pitir ji 1400 pîşk ên kurdî yên petî danan pêş çav ên xuandewar ên hêja egera min jê ewe, ku her yek ji me jêder ên pîşkan biduristî binasin, da çu şaşî di axavtin û nivîsînê da çê ne bin. Gelek ji nivîskar ên Kurd evan şaşîyan dikin:

 

1. Di dem ê daxuaz de (The imparative) ligel pîşk ên (verbs) zanîn û karîn.

Çêbûn a dem ê daxuaz:

Bi + rih a pîşkê + e. Bo kitê. (for singular)

Bi + rih a pîşkê +in. Bo komê. (for plural)

 

Rêz a yekê ji rêz ên derhînan a rihê ji jêderî.

Jêder (infinitive) Pîşk a borî (past tense) Rih (The basic)

Zanîn zanî zan

Karîn karî kar

Revîn revî rev

Kirrîn kirrî kirr

Firîn firî fir

 

Bi + zan+ e. = bizane. Bi + zan + in. = bizanin.

Bi + kar + e. = bikare. Bi + kar + in. = bikarin.

Bi + rev + e. = bireve. Bi + rev + in. = birevin.

Bi + kirr + e. = bikirre. Bi + kirr + in. = bikirrin

Bi + fir + e. = bifire. Bi + fir + in. = bifirin.

 

Bizane, bizane, ez kurdim.

Ez dizanim, ku tu kurdî

Min zanî ye, ku tu li Siwîdê dijî.

Min zanî bû, Ku ew peşêmane (poşmane).

Ez dikarim kurdî bixuînim.

Tu dikarî kurdî binivîsî.

Ew dikare inglîzî bixuîne.

 

Hinkes evê rêzê bikardînin bişaşî:

Bi + rih + ibe. = bizanibe. Bi + rih + ibin. = bizanibin.

 

Bizanibe, bizanibe, ez kurdim. Ev şaşîye.

Ez dizanibim, ku tu kurdî. Ev şaşîye.

Ew dizanibe, ku tu kurdî. Ev şaşîye.

Tu dizanibî, ku ez kurdim. Ev şaşîye.

Ez dikaribim kurdî bixuînim. Ev şaşîye.

Tu dikaribî kurdî binivîsî. Ev şaşîye.

Ew dikaribe inglîzî bixuîne. Ev şaşîye.

 

Têbînî:

Bizanibe û Bikaribe. Bizanibin û Bikaribin şaşî ne di zimanê kurdî de. Min hîvî heye kes bikar ne îne. (Bizane û Bikare. Bizanin, û Bikarin duristin bikarbînin.)

 

2. Werin:

Hin kes werin dikin jêder. Ew şaşîyek mezin e. Were! kit, werin! kom, pîşkên ferman in (daxuaz in).

Jêderê were (Hatin) e. Hatin, bihê (were), dihê, hat, dihat, hatîye, hatîbû.

Hinkes dibêjin (teqe lê were kirin.) Ev şaşîye çiku (were) li vir ne daxuaz e. Başe, teqe kengî lê hat kirin? Divê bihê zanîn ka teqe kengî lê hat kirin. Çiku divê pîşkê dem ê xu hebe. (Pîşk (verb)karek e di demekê de dihê kirin.).

(Teqe lê were kirin.) ristek bê wate ye. Çiku bê dem e. Seyrî evan ristan bike:

Teqe lê dihê kirin. Kengî? Niha (present contiuous tense).
Teqe lê hat kirin. Kengî? Berî niha (demê borî) (past tense).
Teqe lê dihat kirin. Kengî? dema ez borîm. (demê borî yê berdewam.)
Teqe lê dê hê kirin. Kengî? Demê bêt (demê ayinde). (future tense).
Teqe lê hatîye kirin berînoke (allready). Demê tewawbor (present perfect)
Teqe lê hatîbû kirin, berî ez biçim. Demê dûrbor (past perfect).
Heker teqe lê bihê kirin, ew dê reve/revit. Demê niha yê bilanî (înşaî) ye (present subjunctive tense.)
Heker teqe lê hatiba kirin, ew da reve/revit. Demê borî yê bilanî. (Past subjunctive tense).

 

Têbînî:

Were! Werin! Ne jokerin da bo hemî dema bikarbînin. Bo daxuazê bitinê bikarbînin, çiku demê wan demê ne borî ye. Wek:

► Aram were da biçin! An

► Gelî bira werin da biçin!

► Te gazî wan kir da bihên. Çiku hemî amadene bo çûnê.

 

3. he, ha, han = one, ones.

he:

peyvek taybete, cihê navê nêr û mê digire, kit û kom, da nav dubare nebe; demê em (ev, ew) bikarbînin bo bersiva (Kî ji van? An, Kî ji wan?)

Wek:

- kî ji van mirîşkan hêkkerin? Bo bersivê:

Ev mirîşk hêkker e. An, Ev a he hêkkere. This one is egglayer.

An, Ev duên he (ha, han) hêkkerin. These tow ones are egglayers.

An, Evên he (ha, han) hêkkerin. These ones are egglayers.

He (ha, han) di bersivê de cihê navê mirîşkê girt da dubare ne be/bit.

Dr. Kamiran Bedirxanî di rêzman a zimanê kurdî de, li jêr babetê cînav ên nîşadanê (Ev, Ew) wê gotî:

Ev he/ha. Ew he/ha. Divîya gotiba: Ev e. Ew e. Çiku (e)= (is) Pîşka bûnê, he/ha ne pîşka bûnê ne. An divîya gotiba: Hin dever (e) dikin (he, ha).

 

Têbînî:

Hinkes He /han Bikardînin wek pîşka bûnê, dema dibêjin:

- (Ev bajar han) ew şaşîye. Ya rast; (Ev bajar e.) (this town is.)

- Hinkes he/han bikardînin wek cînavê nîşadanê bo kitek dûr (Ew), dema dibêjin: (Bajar han)Ew şaşîye. Ya rast, (Ew bajar) (That town).

Vêca nabit em (han)Carekê bikin pîşka bûnê û carek din bikin cînavê nîşadanê (ew). Ma joker e? Divêt em zimanê xu yê şirîn aloz nekin û ji şaşîyan paqijbikin, da pêngavekê ber bi zimanê yekgirtî ve biçin.

 

4. Hin birayên hêja evan şaşîyan dikin di jêderan de.

ŞAŞ (WRONG) RAST (RIGHT)

Çûyîn cûn (têneper e)

Rawestîn rawestan (têneper e)

rawestandin (Têper e)

Dayîn dan (têper e)

Geryan geran (têneper e) gerandin (têper e).

Nivîsandin nivîsîn (têper e)

Kolandin kolan (têper e)

Kirryan kirrîn (têper e)

Livyan livîn (têneper e) livandin (têper e)

Nasandin nasîn (têper e)

Peqyan peqîn (têneper e)peqandin (têper e)

Revyan revîn (têneper e) revandin (têper e)

Vegeryan vegeran (têneper e) vegerandin (têper e)

Westîn westan (têneper e) westandin (têper e)

Zayîn zan (têper e)

Tirsîn tirsan (têneper e) tirsandin (têper e)

Tiraştin tiraşîn (têper e)

Vekolan vekolîn (têper e)

 

Têbînî:

Ez dê hemî jêder ên pîşkan danim pêş çav ên xuendewar ên hêja, da bihên nasîn û şaşî nehên kirin. Supas.

 

RÊJE Û DEM ÊN PÎŞKAN

Rêje ya ragehandinê (indicative mood) (elsîxe elîxbarîye bi Erebî). Ev rêje ye kiryar ên rastîyê ber çav dikin, û heşt dem hene:

1. Demê ferman (daxuaz) (imparative).

2. Demê ne borî (ranebordo) (present tense).

3. Demê neborî yê berdewam (present continuous).

4. Demê bihê (bêt) (ayinde) (future tense).

5. Demê borî (rabordo) (past tense).

6. Demê borî yê berdewam (rabordoyberdewam) (past continuous)

7. Demê tewawbor (present perfect tense).

8. Demê dûrbor (past perfect tense).

 

Demê ferman (daxuaz):

Ew kar e, yê peyvker (first person) ji peyvligelî (secondperson) dixuaze, daku bike piştî demê axavtinê û bi harîkarî ya pêşgir (bi---e) çêdibe, heker kit be û (bi---in), heker kom be. Wek:

Bi + rih a pîşkê + e. bo kitê.

Bi + rih a pîşkê + in. Bo komê.

► Aram nav ê xu (xwe)binivîse!

► Zarokîno nav ên xu binivîsin!

 

Têbînî:

Heker pît a paşîn ya rihê (regî) dengdar (vowel) be; e, nakeve pişt kitê; lê n, dê keve pişt komê. Wek:

Kit Kom Kit (Bo neyî yê) Kom (Bo neyî yê)

1. Bi+ şû = bişû. Bişûn. Neşû (Meşû) Neşûn (Meşûn)

2. Bi+ xu = bixu. Bixun. Nexu (mexu) Nexun (Mexun)

3. Bi+ rî = birî. Birîn. Nerî (Merî) Nerîn (Merîn)

4. Bi+ hê = bihê. Bihên. Nehê (mehê) Nehên (Mehên)

5. Bi+ zê = bizê. Bizên. Nezê (Mezê) Nezên (Mezên)

6. Bi+ vê = bivê. Bivên. Nevê (Mevê) Nevên (Mevên)

7. Bi+ dirû=bidirû. Bidrûn. Nedirû (Medirû) Nedirûn (Medirûn)

 

Demê neborî du demin:

Demê neborîyê berdewam.

Ew kar e, yê di demê axavtinê de çêdibe biharîkarîya: (Di + rih a pîşkê + (m, im, î, e, n, in) = Present continuous. Wek:

a). Ez nanî dixum. I am eating the bread. (M) = am.

b). Ez sêvan dikirrim. I am buying the apples. (im) = am.

c). Tu çêlan difiroşî. You are selling the cows. (î) = are.

ç). Ew nanî dipêje. She is baking the bread. (e) = is.

d). Em cilan dişûn. We are washing the clothes. (n) = are.

e). Hûn xoxan diçinin . You are picking the pears. (in) = are.

 

Demê neborî (present tense).

Em evî demî bikardînin, daku biaxêvin li ser hin tişta çêdibin bi giştî ne di demê axavtinê de. Wek:

1. Karek bi berdewamî çêbibe. Wek rastî.

Çêbûn a evî demî:

Di + rih a jêderî + (m, im, î, e, n, in). Wek:

a). Erd dizivire li dor xorê (rojê).

b). Xor (roj) derdihê li rojhelatê.

2. karek dubare bi be.

c). Brînpêç çavdêrî ya nesaxan dikin.

3. Karek bû ye hîbûn (habit, custim)

a). Bilind herroj saet (çikok) heftî spêdê diçe bo karî.

b). Kelebab (dîkil) Spêdê zû bankdide.

c). Bazarî êvaran saet (çikok) heşt digirin.

4. Karek me bivê em bizanin ka çendcara dihê kirin.

a). Çendcara (how often)di heftî yê de, tu diçî bo sînemayê?

b). Çendcara di heyvê de, Ara serê xu ditiraşe?

5. Bo diyarkirina cihê jiyanê bikardihê.

a). Nizar dijît li Hewlêrê.

b). Kurd dijîn li Kurdistanê.

 

Bo neyîyê (negative) (na) dane cih ê (di) di ristê de.

a). Roj heldihê li rojhelatê. Roj helnahê li rojavayê.

b). Roj diçe ava li rojavayê. Roj naçe ava li rojhelatê.

c). Erd dizivire li dor xorê (rojê). Erd nazivire lidor heyvê.

ç). Ez kurdî diaxêvim bi duristî. Ez kurdî naaxêvim bi şaşî.

d). Salar hişyardibe spêdê zû. Salar hişyarnabe spêdê zû.

e). Azad dinive çikok heştî şevê. Azad nanive çikok heştî şevê.

ê). Bijar otombîlê dihajot herroj. Bijar otombîlê nahajot herroj.

f). Bazarî digirin di şevan de. Bazarî nagirin di cejnan de.

 

Bo pirsê (question, interrogative) "Ma" dane pêşîya ristê û nîşana pirsê (?) dane paşî ya ristê (hevokê) (sentense). Wek:

a). Ma roj heldihê li rojhelatê? Erê.

b). Ma roj diçeava li rojavayê? Erê.

c). Ma erd dizivire li dor heyvê? No. (Ne.)

ç). Ma ez kurdî diaxêvim bi duristî? Erê. No.

d). Ma Salar hişyardibe çikok heftî spêdê? Erê.

e). Ma Azad dinive çikok heştî şevê? No. (Ne).

Ê). Ma Bijar otombîlê dihajo herroj? Erê. (No).

F). Ma bazarî digirin di cejnan de? No.

 

Têbînî:

Di rist ên serê de, me demê niha bikaranî;lê ne di demê axavtinê de.

 

Demê bêt (bihê, ayinde, future):

Ew kare, yê di demê piştî axavtinê de çêdibe. Du rêz hene nîşa me didin, ku tiştek dê çêbe di demê bêt de.

1. bi harîkarîya (dê = shall, will). Ew kar ne sedê sede hizirkirine,

a). Azad sêvan dê kirre. Hizirkirine. Weheye bikirre, weheye ne kirre.

b). Tu nameyekê dê nivîsî. Hizirkirine. Weheye binivîsî,

weheye ne nivîsî.

c). Em gulan dê çînin. Hizirkirine. Weheye em biçînin,

weheye em neçînin.

2. Bi harîkarîya (wê bi=Am going to. Is going to. Are going to) Ew kar sedê sede (100%100). Biryardane.

a). Azad sêvan wê bikirre. Azad is going to buy apples. Biryardane.

b). Tu nameyekê wê binivîsî. You are going to write a letter. Biryardane.

c). Em gulan wê biçînin. We are going to grow roses. Biryardane.

Têbînî: Hinkes (dê, wê bi) dikin (ê bi), pît a (d)û (w)bikarnaînin. Ew ne zimanê edebî ye, zimanê tebayî ye (A’mî ye). Min hîvî heye (dê, wêbi) bikarbînin.

Bo neyî yê (negative) (Na) danin cih ê (dê, wê bi).

a). Bijar xanî dê kirre. Bijar xanî na kirre. (na= shall not, will not) Bijar will buy the house. Bijar will not buy the house.

b). Salar hespekê wê bikirre. Salar hespekê na kirre. (Na=am not going to. Is not going to, are not going to). Salar is going to buy a horse. Salar is not going to buy a horse.

Bo pirsê (interrogative): (Ma)dabine pêşîya ristê û nîşan a

pirsê (?) dabine paşîya ristê.

a). Ma bijar xanî dê kirre? Erê, Bijar xanî dê kirre. No, Bijar xanî na kirre.

b). Ma Salar hespekê wê bikirre? Erê, Salar hespekê wê bikirre.

 

Demê borî (rabordo, buhorî, past tense). Ew kare, yê berî demê axavtinê çêbûyî û bi avêtin a (n, in) ji jêderî

 

Jêder Pîşk a borî

Çûn çû

Hatin hat

Revîn revî

Revandin revand

 

Têbînî:

Pîşk ên demê borî pêdvêyî pîşk a bûnê ne wek harîkar û dibin paşgir bo pîşkê. (pîşk ên bûnê evin): (m, im, î, yî, e, ye, n, in).

a) Ez çûm bo bazarî duhî.

b) Ez hatim ji Dihokê pêr.

c) Em suyarbûn li hespan vê spêdê.

ç) Ew gehiştin nav rezî berî katekê. (berî katekê=an hour ago).

d) Wî gul çinîn duhî nîvro.

e) Min sêv firotin betirpêr.

 

Demê borî neyî. Bo neyî yê "ne" dabine pêşî ya pîşk a borî.

a) Ez çûm bo bazarî duhî. Ez ne çûm bo bazarî duhî.

b) Ez hatim ji Dihokê pêr. Ez ne hatim ji Dihokê pêr.

c) Min gul çandin berî du roja. Min gul ne çandin berî du roja.

ç) Em peyabûn ji otombîlê şevêdî. Em peyanebûn ji otombîlê şevêdî.

d) Ew suyarbû li hespî pêr êvarî. Ew suyarnebû li hespî pêr êvarî.

 

Demê borî pirs. Bo pirsê "Ma" dabine pêşîy a ristê û nîşan a pirsê (?) dabine paşî ya ristê.

a). Ma ez çûm bo bazarî duhî?

b). Ma ez hatim ji Dihokê pêr?

c). Ma min gul çandin berî du roja?

ç). Ma em peyabûn ji otombîlê şevêdî?

d). Ma ew suyarbû li hespî pêr êvarî?

 

Dem ê borî yê berdewam (past coninuous tense).

Ew kar e, yê berdewamîyekê distîne berî axavtinê:

■ Bi pêşgir (di) ligel pîşk a borî ya têper çêdibe + (n, in) bo komê (plural).

■ Bi pêşgir (di) û paşgir (m, im, î, yî, n, in) ligel pîşk a borî ya têneper çêdibe.

a) Min nan dixuar, dema tu hatî.

b) Ew suyardibû li hespî, dema ez borîm.

c) Se direwîn, dema kerwan gehiştî.

ç) Hûn dihatin û diçûn, dema stêr rijayî.

d) Ew digirî, dema babê wî venegerayî bo malê.

 

Dem ê borî yê berdewam û neyî.

"ne" dabine pêşîy a pîşka borî ya berdewam.

a) Min nan nedixuar, dema tu hatî.

b) Ew suyarnedibû li hespî, dema ez borîm.

c) Se nedirewîn, dema kerwan gehiştî.

ç) Hûn nedihatin û nediçûn, dema stêr rijayî.

d) Ew nedigirî, dema babê wî venegerayî bo malê.

 

Demê borî yê berdewam û pirs.

Bo pirsê "Ma" dabine pêşîya ristê û nîşan a pirsê (?) dabine paşîya ristê.

a) Ma min nan dixuar, dema tu hatî?

b) Ma ew suyardibû li hespî, dema ez borîm?

c) Ma se direwîn, dema kerwan gehiştî?

ç) Ma hûn dihatin û diçûn, dema stêr rijayî?

d) Ma Kawe digirî, dema babê wî venegerayî bo malê?

 

Dem ê tewawbor (present perfect tense).

Ew kar e, yê dem ê borî çêbûyî û berdewame; an dem ê borî destpêkirî û berî axavtin tewawbûnê rawestayî.

Çêbûn a demê tewawbûr bi du texlîta ne (cora ne).

1\ a). Pîşk a tewaw + ye ligel pîşk ên têper bo nejimarnavan û jimarnav ên kit (single).

b). Pîşk ên tewaw + ne ligel pîşk ên têper bo jimarnav ên kom (plural).

c). Pîşk ên tewaw + (me, yî, ye, ne) ligel pîşk ên têneper.

1. Min şîr kirîye. Min şîr ne kirrîye. Ma min şîr kirrîye?

2. Te av vaxuarîye. Te av ne vexuarîye. Ma te av vexuarîye?

3. Wî hespek firotîye. Wî hespek ne firotîye. Ma wî hespek firotîye?

4. Me du hesp firotîne. Me du hesp ne firotîne. Ma me du hesp firotîne?

5. Wê pênc bizin kirrîne. Wê pênc bizin ne kirrîne. Ma wê pênc bizin kirîne?

6. Ez çûyîme bo Zaxoyê. Ez ne çûyîme bo Zaxoyê. Ma ez çûyîme bo Zaxoyê?

7. Tu çûyîyî bo Dihokê. Tu ne çûyîyî bo Dihokê. Ma tu çûyîyî bo Dihokê?

8. Ew çûyîye bo gundî. Ew ne çûyîye bo gundî. Ma ew çûyîye bo gundî?

9. Em çûyîne bo Wanê. Em ne çûyîne bo Wanê. Ma em çûyîne bo Wanê?

2. a). Wê+pîşka tewaw ligel pîşk ên têper bo nejimarnavan û jimarnav ên kit.

b). Wê + pîşk a tewaw + (m, me, î, yî, n, ne) ligel pîşk ên têneper.

1. Min masîyek wê kirrî. Min masîyek ne kirrîye. Ma min masîyek Kirrîye?

2. Te sê sêv wê kirrîn. Te sê sêv ne kirrîne. Ma te sê sêv kirrîne?

3. Ez wê çûyîm bo Dihokê. Ez ne çûyîme bo Dihokê. Ma ez çûyîme bo Dihokê?

4. Hûn wê hatîn ji Dihokê. Hûn ne hatîne ji Dihokê. Ma hûn hatîne ji Dihokê?

 

Demê dûrbor (past perfect tense).

Heker du kar çêbûn di demê borî de; divê demê karê yekem dûrbûr be û demê karê duwem borî be.

Çêbûn a vî demî:

1. a). Pîşk a tewaw + bû, ligel pîşk ên têper bo nejimarnavan û jimarnav ê kit.

b). Pîşk a tewaw + bûn, ligel pîşk ên têper bo jimarnav ên kom.

2\ Pîşk a tewaw + (bûm, bûyî, bû bûn), ligel pîşk ên têneper.

1. Min av vexuarî bû, berî dîtin a te.

2. Te şîr kirrî bû, berî hatin a wî.

3. Wî hespek kirrî bû, berî çûn a me.

4. Me sê hêstir firotî bûn, berî av rabûnê.

5. Gulê pênc bizin dotî bûn, berî gehiştin a bêrîvanan.

6. Ez çûyî bûm bo Dihokê, berî hatin a Bijarî.

7. Tu hatî bûyî bo malê, berî hatin a min.

8. Ew revî bû ji gundî, berî hatin a polîsî.

9. Em nivistî bûn li ser banî, berî revîn a Aramî.

 

Bo neyîyê (ne) dabine pêşîy a pîşk a tewaw.

1. Min av ne vexuarî bû, berî dîtin a te.

2. Te şîr ne kirrî bû, berî hatin a wî.

3. Wî hespek ne kirrî bû, berî çûn a me.

4. Me sê hêstir ne firotî bûn, berî av rabûnê.

5. Gulê pênc bizin ne dotî bûn, berî gehiştin a bêrîvanan.

6. Ez ne çûyî bûm bo Dihokê, berî hatin a Bijarî.

7. Tu ne hatî bûyî bo malê, berî hatin a min.

8. Ew ne revî bû ji gundî, berî hatin a polîsî.

9. Em ne nivistî bûn li ser banî, berî revîn a Aramî.

Bo pirsê, (Ma) dane pêşîy a ristê û nîşan a pirsê (?)dane paşîy a ristê.

► Ma min av vexuarî bû, berî dîtin a te?

► Ma te şîr kirrî bû, berî hatin a wî?

Rêje ya bilanî. (subjunctive mood), (elsixe el înşaî, ye).

Ev rêje ye kiryar ên: çêbûn, hatubat û xuezî yê pêşçavdikin. Rêje ya bilanî, demek neborî û sê dem ên borî hene.

Dem ê neborî yê bilanî (present subjunctive tense).

Çêbûn a vî demî:

Bi + rih (binyat) + (m, im, î, e, n, in) ligel pîşk ên têper û têneper. Wek:

1. Heker ez bibînim, ez dê kirrim.

2. Heker tu bibînî, tu dê kirrî.

3. Heker ew bibîne, ew dê kirre.

4. Heker em bibînin, em dê kirrin.

5. Heker hûn bibînin, hûn dê kirrin.

6. Heker ew bibînin, ew dê kirrin.

 

Bo neyîyê (ne) dabine cihê (bi) û (na) dabine cihê (dê).

1. Heker ez nebînim, ez na kirrim.

2. Heker tu nebînî, tu na kirrî.

3. Heker ew nebîne, ew na kirre.

4. Heker em nebînin, em na kirrin.

5. Heker hûn nebînin, hûn na kirrin.

6. Heker ew nebînin, ew na kirrin.

 

Têbînî: Di paristên heker de (Ma)dabine pêşîy a şaristê û nîşan a pirsê (?) dabine paşîy a ristê. Hinkes (Ma)dadinin pêşî ya paristê. Ew şaşîye.

1. Heker ez bibînim, ma ez dê kirrim?

2. Heker tu bibînî, ma tu dê kirrî?

3. Heker ew bibîne, ma ew dê kirre?

4. Heker em bibînin, ma em dê kirrin?

5. Heker hûn bibînin, ma hûn dê kirrin?

6. Heker ew bibînin, ma ew dê kirrin?

 

Demê borî yê bilanî (past subjunctive tense).

Çêbûn a vî demî:

1\ a) Pîşk a borî + (bam, bayî, ba, ban) ligel pîşk ên têneper.

1. Heker ez çû bam, tu da hêyî.

2. Heker tu çû bayî, ez da hêm.

3. Heker ew çû ba, Gulê da hê/hêt.

4. Heker em çû ban, hûn da hên.

5. Heker hûn çû ban, em da hên.

6. Heker ew çû ban, Aram û Gulê jî da hên.

 

Bo neyîyê (ne) dabine pêşî ya pîşk a borî ya bilanî.

1. Heker ez ne çûbam, tu da hêyî.

2. Heker tu ne çûbayî, ez da hêm.

3. Heker ew ne çûba, Gulê da hê/hêt.

4. Heker em ne çûban, hûn da hên.

5. Heker hûn ne çûban, em da hên.

6. Heker ew ne çûban, Aram û Gulê jî da hên.

 

Bo pirsê, di parist ên heker da, (Ma) dabine pêşîy a şaristê û nîşan a pirsê (?) dabine paşîy a ristê.

1. Heker ez çûbam, ma tu da hêyî?

2. Heker tu çûbayî, ma ez da hêm?

3. Heker ew çûba, ma Gulê da hê/hêt?

4. Heker em çûban, ma hûn da hên?

5. Heker hûn çûban, ma em da hên?

6. Heker ew çûban, ma Aram û Gulê jî da hên?

 

2\ b) Pîşk a borî + (iba, iban) heker pît a paşîn ya pîşk a borî bêdeng be. Wek: Kir, dît, got, xuar, dot, ajot, alîst, aland, çand, vekir, girt, hejand, hijmart

Pîşk a borî + (ba, ban) heker pît a paşîn ya pîşk a borî dengdar be. Wek: Kirrî, da, za, çinî, birrî, dada, bazda, darda, dirû (diruî), gura, hêra, hinû.

 

Ligel pîşkên têper.

1. Xuzî min yarî kiriba.

2. Xuzî te çêl dotiba.

3. Xuezî wî bizin firotiban.

4. Xuezî wê hirî şûştiba.

5. Xuzî me xuarin xuariba.

6. Xuzî we gundor çandiban.

7. Xuezî wan gamêş xudankiriban.

8. Xuezî min çêl kirrîba.

9. Xuzî mehînê canîyek zaba.

10. Xuzî wî çêl guraba.

11. Xuezî wê gul çinîban.

12. Xuezî me genim diruîba.

13. Xuzî we cil (kinc) druîban.

14. Xuzî wan pirs zanîban.

 

Têbînî:

Hinkes (bi---a) bikardînin û dibêjin:

1. Xuezî min yarî bi kir a.

2. Xuezî te çêl bi dot a.

3. Xuezî wî bizin bi firot a.

4. Xuezî min çêl bi kirrî ya.

5. Xuezî mehînê canîyek bi za ya.

 

Ev şaşîyek mezine çiku (bi) nîşan a demê neborî ye (present tense) na be em ligel demê borî (past tense) bikarbînin.

 

Bo neyîyê ne dabine pêşîya pîşk a tewaw.

1. Xuzî min yarî ne kiriba.

2. Xuzî te çêl ne dotiba.

3. Xuezî wî bizin ne firotiba.

4. Xuezî wê hirî ne şûştiba.

5. Xuzî me xuarin ne xuariba.

6. Xuzî we gundor ne çandiban.

7. Xuezî wan gamêş xudannekiriban.

8. Xuezî min çêl ne kirrîban.

9. Xuzî mehînê canîyek ne zaba.

10. Xuzî wî çêl ne guraba.

11. Xuezî wê gul ne çinîban.

12. Xuezî me genim ne duruîba.

13. Xuzî we cil ne duruîban.

14. Xuzî wan pirs ne zanîban.

 

Di xuzîyê (xuezîyê) da pirs nînin.

 

Demê tewawborê bilanî (present perfect subjunctive)

Çêbûn a vî demî:

1. Pîşk a tewaw + baya. Ligel pîşk ên têper.

a) Xuzî min dîtî baya, daku min kirrî baya.

b) Xuzî te dîtî baya, daku te kirrî baya.

c) Xuezî wî dîtî baya, daku wî kirrî baya.

ç) Xuezî wê dîtî baya, daku wê kirrîbaya.

d) Xuzî me dîtî baya, daku me kirrî baya.

e) Xuzî we dîtî baya, daku we kirrî baya.

ê) Xuezî wan dîtî baya, daku wan kirrî baya.

 

2. pîşk a tewaw + (bama, baya, bana). Ligel pîşk ên têneper.

a) Xuzî ez çûyî bama bo Amedê.

b) Xuzî tu çûyî baya bo Amedê.

c) Xuezî ew çûyî baya bo Amedê.

ç) Xuezî em çûyî bana bo Amedê.

e) Xuezî hûn çûyî bana bo Amedê.

ê) Xuzî ew çûyî bana bo Amedê.

 

Têbînî: Ev dem e di ziman ê Inglîzî da bikar nahê.

 

Bo neyîyê (ne) dabine pêşîy a pîşk a tewaw.

a). Xuezî wan ne dîtîbaya, daku wan ne kirrîbaya.

 

Dem ê dûrbor ê bilanî (past perfect subjunctive)

Çêbûn a vî demî:

1. Pîşk a tewaw + bûa (bûwa). Ligel pîşk ên têper.

a) Xuzî min kirrî bûa.

b) Xuzî te kirrî bûa.

c) Xuezî wî kirrî bûwa.

ç) Xuezî wê kirrî bûwa.

d) Xuzî me kirrî bûa.

e) Xuzî we kirrî bûa.

ê) Xuezî wan kirrî bûwa.

 

2. Pîşk a tewaw + (bûma, bûya, bûna). Ligel pîşk ên têneper. Wek:

a) Xuzî ez çûyî bûma, berî çûn a Nizarî.

b) Xuzî tu çûyî bûya, berî çûn a Narînê.

c) Xuezî ew çûyî bûya, berî çûn a Hejarî.

ç) Xuezî em çûyî bûna, berî çûn a Nazê û Ciwanê.

d) Xuzî hûn çûyî bûna, berî çûn a Nermînê û Nesrînê.

e) Xuzî ew çûyî bûna, berî çûn a deybaban.

 

Bo neyî yê (ne) dane pêşîya pîşka tewaw. Wek:

a) Xuezî min ne kirrîbua.

b) Xuezî te ne kirrîbua.

c) Xuezî wî ne kirrîbuwa.

a) Xuzî ez ne çûyîbûma, berî çûn a Nizarî.

b) Xuezî tu ne çûyîbûya, berî çûn a Narînê.

 

Têbînî 1:

Hokerê /na/ bikardihê bo neyîyê (negative) ligel demê neborî û demê bêt. Lê ligel pişk ên (zanîn, karîn û hebûn) /ni/ bikardihê. Wek:

a) Ez nizanim tu kîyî.

b) Ez nikarim, te bibînim.

c) Min sêvek heye. Min sêvek niye.

Lê bo komê /ni/ dibe /nî/:

a) Min du sêv hene. Min du sêv nînin.

b) Te sê gundor hene. Te sê gundor nînin.

c) Wî çar çêl hene. Wî çar çêl nînin.

 

Têbînî 2:

Min jêderên pîşkan bikaranîn wek pîşk û wek navê jêderî. Çiku: Jêder = pîşka borî + (n, in).

Pîşkaborî Jêder

Çû Çûn

Kirrî kirrîn

Revî revîn

Hat hatin

Dît dîtin

Barkir barkirin

Suyarbû suyarbûn

 

Jêder hene têper û têneper. Jêderên têper pîşk ên wan pêdivêyî pîşkberê duristin (direct object) di ristê de.

Min mazî çinîn. Te genim firot.

Jêderên têneper, pîşk ên wan ne pêdvêyî pîşkber ên duristin.

Ez hatim. Ew revî. Gulê kenî. Gurg mir.

Jêder bê dem e; lê pîşk ên jê dihên hildan dem hene. Çiku pîşk bê dem nabe. (pîşk karek e di demekê de dihê kirin). Wek:

 

"Çûn" jêderek têneper e pîşk ên jê dihên hildan evin:

Biç e: (here) pîşka daxuaz e (imparative)

Diç e: pîşka neborî ye (present).

Çû: pîşka borî ye (past).

Diçû: Pîşka borî ya berdewam e (past continuous).

Çûyî ye: pîşka tewawbor e (present perfect).

Çûyî bû: pîşka dûrbor e (past perfect).

 

"Kirrîn" jêderek têper e pîşk ên jê dihên hildan evin:

Bikirr e: pîşka daxuaz e (imparative).

Dikirr e: pîşka neborî ye (present).

Kirrî: pîşka borî ye (past).

Dikirrî: pîşka borî ya berdewam e (past continuous).

Kirrî ye: pîşka tewawbor e (present perfect).

Kirrî bû: pîþka dûrbor e (past perfect)

 

"Derkirin" Jêderek têpere darijtî ye ji (der + kirin) = derkirin. Pîşk ên jê dihên hildan evin:

Derbike: pîşk a daxuaz e (imparative). Derneke. Neyî.

Derdike: pîşk a neborî ye (present). Dernake. Neyî.

Derkir: pîşk a borî ye (past). Dernekir. Neyî.

Derdikir: pîşk a borî ya berdewam e (past continuous).

Derkirî ye: Pîşk a tewawbor e (present perfect).

Derkirî bû: pîşk a dûrbor e (past perfect).

 

"Suyarbûn" jêderek têneper e lêkdayî ye ji (suyar + bûn). Pîşk ên jê dihên hildan evin:

Suyarbibe: pîşk a daxuaz e (imparative). Suyarnebe. Neyî.

Suyardibe: Pîşk a neborî ye (present). Suyarnabe. Neyî.

Suyarbû: pîşk a borî ye (past). Suyarnebû. Neyî.

Suyardibû: pîşk a borî ya berdewam e (past continuous).

Suyarbûyî ye: pîşk a tewawbor e (present perfect).

Suyarbûyî bû: pîşk a dûrbor e (past perfect).

 

Jêder (infinitive) hem pîşk jê dihên hildan hem navê jêderî ye (verbal noun). Navê jêderî di ristan de dibe pîşker (subject) û pîşkber. (object); lê nabe pesin (adjective) wek navê pîşkerî (present participle). Navê pîşkerî wek: Zana, gerok, nûsek (nuîsek).

 

Têbînî:

Di ziman ê Kurdî de wek ziman ê Inglîzî û Siwîdî; du cor (K) hene;

Di ziman ê inglîzî de:

Yekem: -K- wek: Kite, king, work, keep, wake.

Duyem: -CK- (sivik) wek: Jack, black, stick, quickly, attack.

Di ziman ê kurdî de:

Yekem: -K- wek:

kar (work, شُغل)
kolan (to dig, يَحفُر)
ka? (where, أيهَ)

Duyem: -Kh- (sivik). wek:

khar (kid, جَدي)
kholan (narrow street, زُقاق
kha (hay, تِبه)
khaj (pine, صَنوبر)
kherr (deaf, أطرَش)
khêr (penis, زُبّْ)
khin (short, قَصير)
khotan (pen, زَريبة)
kherik (unripefruit, فاكِهة فجّة)

 

Û me gelek peyv hene (K)ên wan sivikin, dive em (H)danin pişt.

Têbînî:

Sinbul Nav

J Jêder infinitive

Tê Têper transitive

Tên Têneper intransitive

n.j. Nav ê jêderî Verbal noun

vt. Têper verb transitive

vi. Têneper verb intransitive