Paşgotin

لە کتێبی:
فەرهەنگێ پیشکێن کوردی
بەرهەمی:
Dr. Îbrahîm Remezan Zaxoyî
 3 خولەک  717 بینین

Dema min biryar dayî, ku ez ferhengê pîşkan (The dictionary of verbs) binivîsim, eger a min ew bû ku:

1. Weheye bib/e/it pêngavek bo zimanê kurdî yê yekgirtî.

2. Da şaşî ne hên kirin di jêder û dem ên pîşkan de (The infinitives and tenses of the verbs). Di axavtin û nivîsînê de, ez gelek şaşîya dibihîsim di wan babetan de, mixabin!

Jêder ên evî karî (the sources of this work) hin ferheng ên kurdî, Inglîzî û erabî bûn, ligel zanîn a min. Weheye min hin pîşk (verbs) ji bîrkiribin; ez hîvîyê dikim hûn min agehdarbikin da bihên biservekirin di çap ên dî (din) de. Biborin min hin pîşk ne nivîsîn ew ên ji peyvek (erebî + kirin) kevtîn di zimanê kurdî de. Wek bo nimone:

Şuxil (şûl) + kirin = şûlkirin

Meş + kirin = Meşkirin

Fikir + kirin = Fikirkirin

Qetil + kirin = Qetilkirin

Û hin pîşk ên din. Çiku me li cihê ewan, pîşk ên kurdî yên petî hene. Wek:

Şûlkirin = Karkirin

Meşkirin = Çûn (bi rêve çûn)

Fikirkirin = Hizirkirin

Qetilkirin = Kuştin

 

Têbînî:

1. "kirin" û "kirdin" min "kirin" bikaranî, çiku: rih a kirinê = "k": bike, dike, dê ke, kir, dikir, kirîye, kirîbû. "kirdin" rih a "kirdinê" = "kir". ew naguncêt ligel dem ên kurdî. Kurd nalên: bikire, dikire, dê kire.

2. "birin" û "birdin" min "birin" bikarîna, çiku: rih a birinê = "b": bibe, dibe, dê be, bir, dibir, birîye, birîbû. "birdin" rih a "birdinê" = "bir". Nahê gotin: bibire, dibire dê bire.

 

Têbînî:

Helbijartin û helbijardin. Min helbijartin nivîsî, çiku birk a dawî ya helbijartinê, (tin) e û (a) di birk a pêşî wê da heye; vêca rih (reg) dê b/e/it (helbijêr)bigoreyî rêz ên derînan a rihê ji jêderî. Helbibijêre, heldibijêre, helbijart, heldibijart, helbijartî ye, helbijartî bû.

Helbijardin: Birk a dawî (din)e û (a) di birk a pêşî wê da heye; Rih (reg) dê b/e/it (Helbijîr) bigoreyî rêz ên derînan a rihê ji Jêderî û ew ne tewawe.

 

Ez hîvîyê û daxuazê ji her kurdekê dikim xu fêrî rêziman a kurdî Bik/e/it bi her du zarava:soranî û kirmancî. Da zimanê me çû şa şî têda ne mînin.

Mixabin! Hin rewşenbîr ên dever a Badînan nizanin zimanê kurdî bixuînin û binivîsin, çiku xuandin a wan ya seretayî bi zimanê erebî bû. Ma ne kirête gelî biray ên hêja! Xu fêrbikin birayîno!

Li dawîyê ez hîvîya serkevtinê dikim bo xuandewar ên hêja û daxuaz a lêbo-rînê ji kurtîyan jî dikim; çiku çukes nînin şaşîya nekin.

Jîyan û serkevtin bo gelê me yê aza û azad.

Supasî bo mamhostayê hêja Xelat Remezan neccar; bo pêdaçûn a zimanê inglîzî.