Pêşgotin

Li pirtûka:
Ferhenga Destî
Berhema:
Umîd Demîrhan
 2 Xulek  611 Dîtin

Di wêjeya kurdî de amadekirina ferhengên kurdî bi kurdî qadeke nûjen e û dikarim bibêjim ku hîç berhemên bi vî awayî neketine destê min. Lêbelê di hinek kovar, pirtûk û xebatên din de carinan hin peyv kurdî bi kurdî hatine ravekirin. Di amadekirina vê ferhengê de her çiqas min ji van çavkaniyên berdest îstifade kiribe jî, piraniya raveyan ji aliyê min ve hatine çêkirin.

Naveroka vê ferhengê bi nêzîkî heşt hezar peyvî hatiye dagirtin û jê hezar û pêncsed peyv jî bi gotinên pêşiyan ve wateyên wan hatine xurtkirin.

Di vê xebatê de weke rêbaz lêkerên hevedudanî giş ji hev cihê hatine nivîsandin. Lê di rewşa navdêrî, tebatî û dançêker de bi hev ve hatine nivîsandin.

Mînak: berze bûn, winda bûn. berze kirin, winda kirin

Her wiha me ji bo mefhûmên rêzimanî jî nîşaneya /(r)/yê bi kar aniye û ev nîşane daniye ber raveyê.

Mînak: kirde (r) fail, kirox, kirar, di hevokê de xwediyê çalakiyê

Bi hêviya ku ev xebat ji çanda kurdî re xizmetekê bike...

 

Umîd Demîrhan (umiddemirhan@yahoo.com)

13/07/2006, Stenbol