Nasandin
2020/02/27
2871
Pirojeya Ferhengên Vejinê
Kedek e ji bo komkirina ferhengên zimanê Kurdî bi awayeke zanistî.
- Hewl tê dayin ku tev ferhengên yek ziman û du zimanên kurdî yê bêne komkirin.
- Hewl tê dayin esasek ji bo nivîsîna ferhengên nû yên zimanê kurdî were avakirin.
- Vê pirojeyê bi şêwaza "wiki" tê bi rêvebirin. Wete kesên beşdar bi awayeke berdewam mijûlî serrastkirin û dewlemend kirina mijaran in.
Armancên pirojeyê
- Asankarî ji bo geriyan di ferhengan de û rexsandina berawirdkirina wate yên peyvek di çend ferhng de.
- Alîkarî kirina wergeran ji peyda kirna bi lez a wate yên peyvan di çend ferheng de.
- Zêdekirina zanyarî yên pêwîst weke parên axaftin, zaravê jêder, pêkhate, rehnasî û ... bi peyvan re.
- Girêdana koge ya îdyom, witeyên pêșî yan û mînakên wêjeyî yê bi ferhengan re.
- Bihêz kirin û bilind kirin a pile ya zimanê kurdî yê di naverokê ser wêb de.
- Dabînkirina pêgeheke navendî ji bo bi jêder kirin û amaje pêdan bi ferhengên zimanê kurdî.
Hevalên rêveber û beşdar
Vê pirojeyê di sala 2020'an de bi alîkarî ya navend a çandî û hunerî ya "Vejîn"ê li bajarê Merîwanê dest bi karên xwe kirî ye. Heya niha jî çendîn desgeha çap û weşangehan û bi dehan kesên xwebexş û bi awayke bê beramber di vê piroje yê da beşdar in.
Zanyarî li ser VejînLex: