Ji Bo Çapa Duyem

Li pirtûka:
Ferhenga Destî
Berhema:
Umîd Demîrhan
 2 Xulek  683 Dîtin

Di demeke kurt de çapa yekem a vê xebatê qediya û vê yekê em kêfxweş kirin. Her wiha di vê navberê de ji heval û xwendevanan hin pend û pêşniyar jî gihane ber destê me. Jixwe me jî dil hebû ku di çapên dîtir de hin sererastkirinan pêk bînin.

Beriya ku qala taybetiyên vê çapê bikin, em dixwazin ku rastiyekê jî bi we re par ve bikim. Her çiqas amadekirina çapa yekem di heyameke dirêj de hatibû pêkanîn jî, xebateke heweskarî bû û di destê me de zêde çavkanî tunebûn. Lê vê carê heta ku em bixwazin di destê me de derfet çêbûn ku em jê îstifade bikin. Heke hûn bikaribin her du çapên ferhengê rû bi rûyî hev bikin, hûn dê bibînin ku:

1. Hejmara peyvên ferhengê gihiştiye 16 hezarî. Her wiha hejmara gotinên pêşiyan û biwêjan jî bi awayekî balkêş zêde bûye. Li aliyê din, endazeya ferhengê hatiye berfirehkirin û pêrista çavkaniyên ku me bi kar anîne jî dê sûdeke bêhevta bide têkildaran.

2. Rexne û riwayetên nû ên birêkûpêktir ber guhê me ketin û me ew jî dahûrandin. Ji ber ku me piraniya peyvan ji salixên jiyana rojane hildabû, carinan şaşiyên herêmîtiyê ketibûn navê. Lê vê carê me bi riya tora ragihandinê ya navneteweyî -înternetê- û çavkaniyên pêwist xebata xwe gihande asteke pêşketîtir û têkûztir.

Ev xebat xala dawîn a ferhengsaziyê temsîl nake û qusûrên wê dê her hebin. Lewre em wisa hêvîdar in ku hûn dê -ligel bexşandina xeletiyên me- pend û rexneyên xwe jî ji me re bi rê bikin.

Umîd Demîrhan (umiddemirhan@yahoo.com)